Li Geverê hember êrîşan berxwedan mezin dibe

15:19

JINHA

COLEMÊRG – Li Geverê hêzên dewletê dema hewl dan bi tankan têkevin Taxa Cûmhûriyetê, bi bersivdayîna hêzên YPS/YPS-JIN'ê pevçûnên qewimîn. Di encama van pevçûnan de tankek hat îmhakirin.

Li Taxa Cumhuriyet a Geverê di navbera hêzên dewletê û berxwedêrên YPS/YPS-JIN'ê de pevçûnên giran diqewimin. Hêzên dewletê dema hewl dan bi tankan têkevin taxan, bi awayekî tund rastî berxwedana hêzên berxwedêr hatin. Di encama van pevçûnan de teqînek pêk hat û div ê teqînê de tankek hat îmhakirin. Piştî teqînê hêzên dewletê ji taxê vekişiyan û hate ragihandin ku tanka hatî îmhakirin li cihê bûyerê ye.

Piştî teqînê ji ser Kolana Îpekyoluyê 3 ambulans sewqî cihê bûyerê kirin û hate diyar kirin ku li cihê bûyerê tîmên mirî û birîndar hene. Piştî ku hêzên dewletê neçar man û ji taxê vekişiyan, tax hate bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de li gelek cihan şewat derket.

(zt)