Li Geverê berxwedan di roja 23'an de berdewam dike

13:18

JINHA

COLEMÊRG – Li Gevera ku li hemberî dorpêç û êrîşan berxwedana gel 23 roj in bênavber didome, piştî bêdengiya şevê di saetên sibehê de car din pevçûn dest pê kir.

Li hemberî dorpêç û êrîşên hêzen şer ên hikumeta AKP'ê di pêşengiya YPS û YPS-JIN'ê de berxwedana gel di roja 23'emîn de didome. Li navçeyê şev di nav bêdengiyê de derbas bû lê di saetên sibehê de hêzên şer hewl dan ku bikevin taxa Cumhuriyetê. Li ser vê hewldanê berxwedêrên YPS û YPS-JIN'ê jî bersiva êrişan dan. Hêzên şer ên nekarîn berxwedanê bişkînin neçar man ku piştî pevçûnê ji taxê vekişin. Li hemberî taxên berxwedanê topbarana hêzên dewletê jî didome. Li Taxa Ormanê jî di saetên sibehê de 2 teqînên mezin pêk hat in, lê derbarê sedem û encamên teqînê de tu agahî nehat bidestxistin.

Li Taxa Cumhuriyetê ku di rojên borî de 82 welatî ji ber bombebaranê neçar man ji malên xwe derkevin, komek welatiyên sivîl bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin. Hate zanîn ku welatiyan birine Navenda Çanda Selahattîn Eyyubî ya ku bûye navenda komkirinê.

(zt)