Li Nisêbînê êrîşên giran
10:05
JINHA
MÊRDÎN - Bi saetan e hêzên dewletê êrîşî taxên Nisêbînê dikin. Hêzên YPS û YPS-JİN'Ê bersivê didin hêzên dewletê û nahêlin ku bikevin taxan.
Hêzên dewletê 22 roj in ji bo ku bikevin taxên berxwedanê êrîşên giran bi ser taxên Nisêbîna Mêrdînê ve dikin. Ji duh û pê ve tîmên ku dixwazin têkevin taxan bê navber bi tankan ûbombeyên hewanan êrîşî hundirê kolanên taxên berxwedanê dikin. Ji ber êrîşên dewletê gelek malên taxa Firat û Abdulkadîrpaşa hatin hilweşandin û dûman ji gelek malan bilind dibe.
Hêzên YPS û YPS-JİN'ê bersivê didin êrîşên dewletê û nahêlin ku hêzên dewletê têkevin taxan.
(kom/zt)