ROJEVA 04'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên Rojava li hember êrîşê artêş û hikûmeta AKP'ê yê li ser Kurdan û bi taybet Nisêbînê bertek nîşan dan û gotin dewlet ne kuştin qirkirina Kurdan hedef girtiye.
*Dayîka Endama YPS-JIN Hayat Orhan (Mizgîn Marînos) a ku di berxwedana xwerêveberiyê de li Geverê jiyana xwe ji dest dayî Gûlê Orhan diyar kir ku keça wê heya kêliyê dawî coş û kelecanê li dora xwe belav dikir. Gûlê anî ziman ku keça wê jîr û rûkenbûye û ji bo têkoşîna wê jî got "Riya serfiraziyê ye."
*Rapora hevbeş a ku di qedexeya derketina kolanan a ser Cizîrê de binpêkirinên mafan û rewşa zarokan vedibêje. Li gorî raporê hat diyar kirin ku zarok napeyîvin.
*Jinên ku bi derfetên xwe di jêrzemîna malê de bi salane bi çandina kuvarikan debara xwe dikin, li hember pergala desthilatdariyê serî hildidin. Yek ji jinên ku hilberîna kuvarikan dike Hatîce Akpinare wiha dibêje, "Em jiyanek kolektîf û komînal esas digrin. Bêy ku em hev bixin nava zehmetiyê de bi piştevanî em xebatê xwe rêvedibin."
*Gulsuyu ya ku her tim hedefa êrîşên ranciyan, çeteyan û dewletê ye niha jî li hember vegera bajêr li ber xwe dide. Jinên li Gulsuyu yê dijîn gotin: "Gulsuyu li hember bêmafiyê serî radike û tavîzê nade. Ji bo wê jî dixwazin vêderê hilweşînin û belav bikin. Ger ser mede bên ji bo belavkirina vêderê dê her kes li ber xwe bidin, kes cihê xwe bernadin."