Dayîkên Aştiyê: Desturê bidin em têkevin Geverê
14:10
JINHA
COLEMÊRG - Dayîkên Aştiyê yên Colemêrgê di derbarê rewşa Geverê de daxuyanî dan.
Li Navçeya Gever a Colemêrgê 22 rojin qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Hêzên dewletê bê navber taxan bomberandikin û malan dihilweşinin. Ji bo ku pevçûnên Geverê bên rawestandin û gel têkeve Geverê Dayîkên Aştiyê daxuyanî dan. Dayikên Aşitiyê li ber avahiya DBP'a Colemêrgê daxuyani dan çapemeniyê. Daxuyani ji aliyê Dayika Aşitiyê Sidika Kaya ve hat xwendin.
Sidika bertek nîşanî êrîşên hêzên dewletê yên ser Geverê da û wiha got: "Em dixwazin biçin Geverê, em çand caran çûne, lê hikumet her tim çuna me asteng dike û ji me dayikan ditirsin. Di destê wan de tang û top hene, cardin jî em ji wan natirsin ew ji me ditirsin. Em naxwazin kuştin çêbibin, ne gerila ne leşker ne ji polîs bimirin. Bila destûr bidin ku em dorbêça li Geverê û pevçûnan rawestinin. Em hikumeta AKP'ê şermezar dikin. Hikumeta AKP'ê ji kuştinê xwinê zêdetir tiştek din nizane."
(zyd/zt)