Li Geverê tevahiya şevê li hember êrîşan berxwedanê dewam kir
11:36
JINHA
COLEMÊRG - Li Geverê ji saetên êvarê ve ye bombebarana li hemberî taxên Cumhuriyet, Orman û Gungorê bênavber didome û li hemberî êrîşan berxwedana hêzên YPS û YPS-Jin jî berdewam dike.
Li Geverê berxwedana gel a li hemberî dorpêç û êrîşan 22 roj in didome û hêzên şer ên hikumeta AKP'ê ku ji ber berxwedana YPS û YPS-Jin tengav dibin ev 3 rojên dawî ne ku bombebarana li hemberî taxan zêde kirine. Ji ber ku berxwedana li taxan didome û hêzên şer nikarin bikevin taxan ji duh bi şev ve ye taxên Cumhuriyet, Gungor û Orman bi hawan, obus û topan tê bombebaran kirin. Bombebaran heya saetên sibehê bênavber dom kir û her wiha car caran dengê teqînên mezin jî bilind bû. Li navçeyê tevgera ambulansan zêde ye û her wiha tevgera hewayî jî di saetên şevê de berdewam kir.
Di saetên sibehê de jî ji taxên berxwedanê dengê çekan bilind bû. Ji ser Kolana Îpekyoluyê gelek wesayîtên zirxî û kepçe sewqî taxan hate kirin û li gel bombebarana giran jî berxwedana hêzên YPS û YPS-Jin didome.
(zt)