Li Girêmîra leşker ketin nava goristanê û kêlên goran şikandin

10:33

JINHA

MÊRDÎN - Leşkeran dûh bi ser gundê Girêmîra de girt û kelên gorên gerîlayên HPG û PKK'ê şikandin.

Dewleta ku li Nisêbîna Mêrdînê nikare deskeftiyan bigire, berê xwe daye goran û dixwaze hêza xwe li ser wan bide qebulkirin. Derket holê ku bi sedan leşker duh bi ser gundê Girêmîra yê girêdayî Nisêbîn a Mêrdînê de girtiye û kelên gorên 2 endamên PKK û HPG'iyan şikandine. Leşkerên ku nikarin deskeftiyên ji taxên berxwedanê yên Nisêbînê bi dest bixin wekî mînakên berê, berê xwe dan gor û goristanan.

(kom/zt)