Li Nisêbînê êrîşên giran destûra ketina taxan nîn e

10:32

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê tîmên ku bi rojan e nikarin bikevin taxan êrîşên giran bi ser taxan ve dibin. Hêzên YPS û YPS-JİN'ê bersivê didin êrîşan û destûrê nadin ku tîm têkevin taxan.

Tîmên ku bi rojan e êrîşî hundirê kolanên taxên Nisêbîn a Mêrdînê dikin dixwazin têkevin taxan. 21 roj e hêzên YPS û YPS-JİN'ê bersivê dide êrîşan û nahêle tîmên taybet bikeve taxan. Di saetên serê sibehê de tîmên ku xwestin bikevin taxa Firatê rastî bersiva hêzên YPS û YPS-JİN'ê hatin. Di encama bersivê de tîmên taybet neçar man paşve vekişiyan. Tîmên ku ji neçarî vekişiyan bi tankan êrîşî hundirê kolanan kirin.

Pêvçûnên di navbera hêzên YPS, YPS-JİN û tîmên taybet de li derdora taxan berdewam dike.

(kom/zt)