ROJEVA 03'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:07
*Li Brezilyayê li hember gotinên 'dê darbe pêk were' gel ji bo Serokomarê xwe Dîlma Vana Rousseff daketin qadan.
*Endama Meclîsa Jinên Êzidî ên Şengalê Neam Îlyas diyar kir ku hebûnê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hebûna jinan e û got, "Wek jin bi hebûnê Rêbertî re me xwe naskir. Em dizanin ku, bi felsefeyê Rêbertî re em ê serkeftinê bi dest bixin. Di vê çerçoveyê de wek jin em ê bibin yek û bi serkevin. Em ê Rêbertiyê xwe ji nav çar dîwaran derînin."
*Jinên ku li navçeya Sonbhadra ya girêdayê Uttar Pradeşhê Hîndistanê ye karên wekî karê mêran tê pênase kirin bi hostatî dikin.
*Elif Tirenç Îpek Ulaş diyar kir ku Dadgeha Geza a Navnetewî sucê îskenceya zayendî weke sucê li hember mirovahiyê dibîne, lê li tiştên li Kurdistanê tên jiyan din sucê mirovahiyê ne û got: "Tişta divê bê kirin komkirina hemû belgeyên li vêderê, sucê şer, sucê dewleta tirk li hember mirovahiy dike û serlêdana dadgeha navnetewiye."
*Safiye Yildiz a ku di nava berxwdana Terolerê de cîh digire di komkujiya Gurgumê de kurê xwe û xizmên xwe winda kiriye. Safiye ya 66 salî diyar kir ku wan ew rojên tarî ji zarokên xwe re jî venegotine û got: "Em elewiyên berê nînin, em nahêlin gurgumek dinê bê jiyan kirin."
*Bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jinên ku di demên cuda de li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mane rojbûnê Abdullah Ocalan li tevahî gelê cîhanê pîroz kirin û tecrîda şidandî yê li Îmraliyê bi tundî şermezar kirin.