YPS'ê bîlançoya şerê du rojan yê Nisêbînê eşkere kir
18:09
JINHA
MÊRDÎN - Navenda Koordînasyona YPS'ê bi daxuyaniyekê encama şerên dû rojan yên li Nisêbînê hatine jiyanedin aşkere kir. Koordînasyonê di daxuyaniyê de cerdewanên ku tevlî êrîşan dibin hişyar kirin.
Navenda Koordînasyona YPS'ê bi daxuyaniyekê encama şerên dû roja aşkere kir. Koordînasyonê di daxuyaniyê de cerdevanên ku tevlî êrîşan dibin bi gotinên "Kesên ku di nava sazîbûna AKP'ê de cihê xwe bigire, êrîşî nirxên gelê me bikin ji tiştên ku di serê wan de bê ew ne berpirsyar in" hişyar kir. Li gorî daxuyaniyê 2 jê çeteyên DAİŞ'ê 4 tîmên taybet hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava kesên ku birîndar bûne an mirine de endamên çapemeniya şer jî hene.
kîtekîtên daxuyaniyê wiha ye:
"Di 31'ê Adarê de wesayita ku wekî Ejder tê binavkirin dema xwest têkeve taxê ji aliyê ciwanên ku taxê diparêzin hedef hate girtin û wesayit hate derbkirin. Kuştî û birîndarên li vêderê nehate zelal kirin.
Di 31'ê adarê di êrîşa sabotajê de wekû ku çapemeniya şer ragihandibû 2 tîm hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne. Di nava van kesan de endamên çapemeniya şer jî heye.
Roja 1'ê Nîsanê piştî saetên nîvro li herema Weysîka ya taxa Firatê 2 çeteyên DAİŞ'ê ji aliyê yekîneyên me hatine kuştin. Li heman cihî mevziyekî doçkayê jî hatiye ruxandin.
Bi hêzên dewletê re cerdewanên ku ji gundên girêdayî Mehsertê anîne tevlî êrîşan bûne û bûne hevkarên komkujiyan. Navê gundên ku cerdewan jê hatine wiha ne: Risînê, Bêrtî, Mermarê, Fafê. ji gundê Megrê yê girêdayî Midyadê jî hin cerdewan hatine û di operasyonan de cih digirin.
Cerdewanên ku ji gundê Fafê hatine wiha ne: Selam Yuksel, Seyfî Turan û Hasan Gunduz (Sercerdewanê gund e) . Ji gundê Mêgrê jî cerdewanên bi navê Reşît Agirman, Eshed Akpinar, Hasan Yeşîlmen, Kasim Akyuz, Celal Acar, Şukru Apuk û Zîdo Agirman (Sercerdewanê gund e)
Cerdewanên gundê Bêrtê tevlî ku çekên xwe danîne jî tînin operasyonan. Cerdewanên ku di nava sazîbuna AKP'ê de cihê xwe bigire û êrîşî nirxên gelên me bikin, ji tiştên ku bi serê wan û hevkarên wan bê em ne berpirsyar in."
(kom/rc)