Li Geverê malbatan zorî koçê dikin

16:53

JINHA

COLEMÊRG – Li Geverê hêzên şer ên nikarin berxwedana gel bişkînin bi darê zorê dest danîn ser malên gel û nêzî 30 malbat neçar man ku koçber bibin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê hêzên şer ên hikumeta AKP'ê li gel dorpêç û êrîşan hewl dide ku hemû navçeyê ji mirovan xalî bike. Hêzên şer ên ku bi hefteyan e li gel êrîşên giran jî nikarin berxwedana gel bişkînin bi darê zorê welatiyan ji malên wan derdixin. Hêzên şer ên ku malên derdora avahiyên TOKÎ'yê yên ku endamên JOH û POH tê de dimînin dorpêç kirin, bi hinceta "ewlehiyê" dest danî ser malên welatiyan. Zêdetirî 30 malbatên ku ji malên xwe hatin derxistin neçar man ku biçin gundên Geverê û navenda Colemêrgê.

(zt)