Li Dirbêsiyê teqîn:15 kes birîndar bûn
15:13
Nîsan
2
/ 2016
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dirbêsiyê, bombeyek li kafeyekê hatibû bicihkirin, teqiya. Di encama teqînê de 15 kes birîndar bûn.
Îro saet di 13.00 de, li kafeya Sîwar a li bazara bajarê Dirbêsiyê bombeyeke hatibû bicihkirin teqiya. Di encama teqînê de 15 kes sivik birîndar bûn. Hêzên Asayîşa herêmê, çûn cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.
(rc)