Li Nisêbînê êrîşên dijwar

14:50

JINHA

MÊRDÎN - Êrîşên di navbera hêzên YPS, YPS-JİN û tîmên taybet de bi dijwarî berdewam dike. Helwesta xwestina tîman ya ketina taxan berdewam dike. Hêzên YPS û YPS-JİN'ê bersivên giran didin tîman.

Êrîşên li dijî 6 taxên Nisêbîna Mêrdînê di roja 20.emîn de berdewam dike. Tîmên ku heta niha nikarin bikevin taxan bi çekên giran êrîşî hundirê taxan dikin. Hêzên YPS û YPS-JİN'ê bersivê didin êrîşan. Tîmên ku dixwazin ji aliyê Qada Newrozê bikevin taxên Firat û Abdulkadîrpaşa êrîşên xwe didomînin. Hat zanîn ku tîman dîwarên parka Musa Anter ya li ber çemê Çag Çag'ê ye û li tenişta taxên Firat û Abdulkadîrpaşa ye hilweşandine û ji vir pirên seyar yên hesin xwestine bi cih bikin. Tevlî hemû helwestan hêj pêşketinek nehatiye bi destxistin û pevçûnên dijwar didomin. Êrîşên tîmên taybet yên bi ser taxên Yenîşehîr, Dîcle, Kişla û Zeynelabîdînê jî bi giraniya xwe berdewam dike. Car caran li hemû taxan teqînên dijwar pêk tên.

Liv û tevgera wesayitên zirxî, ambulans û tirên ku dîwarên şermê li wan barkirî ne berdewam dike.

(kom/zt)