Li Geverê 4 welatiyên bi îskencê binçav kirin girtin

11:43

JINHA

COLEMÊRG - Li Geverê 4 welatiyên ku bi îşkenceyê binçavkirin, girtin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku berxwedana li hemberî êrîşên tevkujiyê di roja 21'emîn de didome, Endamê Meclîsa Şaredariya Geverê Abdulkerîm Akdogan, teknîkerî înşaatê Nasrettîn Anuk û jinên bi navê Rojda Tokçu û Sultan Taş ên ku di 29'ê Adarê de dema hatin binçavkirin li erdê hatin dirêjkirin û îşkence li wan hate kirin, piştî karên li emniyetê duh êvarê derxistin dozgeriyê.

Piştî îfadeya li dozgeriyê, Abdulkerîm û Nasrettîn bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine", Rojda û Sultan jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 4 welatiyên ku rastî îşkenceyê hatin, bi heman îdiayan hatin girtin. Abdulkerîm û Nasrettîn şandin Girtîgeha Colemêrgê, Rojda û Sultan jî şandin Girtîgeha Tîpa M ya Wanê.

(zt)