Êrîş ser taxên Nisêbînê berdewam dike

10:17

JINHA

MÊRDÎN - Êrîşên dewletê yên ser taxên Nisêbînê ve berdewam dike.

Êrîşên dewletê yên bi ser navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de 20 roj in berdewam dikin. Tîmên ku nikarin bikevin taxên berxwedanê ji durî taxan bi tankan û çêkên giran êrîşî hundirê kolanên taxan dikin. Hat zanîn ku dûh di saetên êvarî de li dijî wesayitek zirxî ya ku xwest ji aliyê nexseşxaneya kevn têkeve taxa Abdulkadîrpaşa rastî êrîşa bi çekdarî hat. Di encama êrîşa bi çeka sûîkastê ya hêzên YPS û YPS-JİN'ê tîmekî taybet bi giranî birîndar bû. Ji qereqolên Girê Gurîn û Tabûra Leşkeran ya YÎBO bi bombeyên hewanan êrîşî taxên berxwedanê tên kirin. Hêzên YPS û YPS-JİN'ê tevlî hemû helwestên xwestina ketina taxan nahêlin ku tîmên taybet bikevin taxan.

(kom/zt)