ROJEVA 02'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:14

*Bêrîvan Ada gireva birçîbûnê ya girtiyên PAJK'ê dayî despêkirin nirxand û diyar kir ku ger bersiva daxwazên wan neyê dayîn dê berxwedana xwe hîn zêdetir mezin bikin.

*Girtiyên jinên siyasiyên li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê nameyek şandin û diyar kirin ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê sepandinên bê ehlaqî ser girtiyan tên kirin.

*Gelê Gurgumê çalakiyê ku li dijî avakirina bajarê konteşniran ê ji bo penaberan tê avakirin bi rojane dewam dike. Jinan li cihê çalakiyê jiyanek komînal avakirin.

*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê 17'e sal berê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan baxçeyek ji darê fêkiyan ên cûr bi cûr çêkirin û her sal di 4'ê Nîsanê de darên nû diçînin. Dayîkan diyar kirin ku ew bi hêviyê rojek di nava baxçeyê de ligel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dem derbas bikin û wiha gotin, "Êdî darên me çandine fêkî didin. Em zarokên xwe bi fêkiyên baxçeyê Rêbertî xwedî dikin."

*Li Afganîstanê ku zîhniyeta desthilatdariyê serwere, 12 nûçegihanên jin hember vê dest bi perwerdehiya rojnamegeriyê kirin. Yekem nûçegihana jin yê Afganîstanê diyar kir ku ew paketên nûçeyan ji bo di The Huffington Post de bê weşandin amede dike û got ew ê li hember cudakariya zayendî têbikoşin.