Li Wanê mamosteyek hat girtin
15:00
JINHA
WAN - Li Wanê mamosteya bi navê Hamdiye Sakli wêneyên ku li ser tora civakî parve kiriye sûc hate hesibandin û hate girtin.
Mamosteya bi navê Hamdiye Sakli ya ku li gundê Erciy a Elbaka Wanê mamostetiyê dike roja borî ji bo ku îfade bide gazî Emniyete Elbakê hate kirin. Sakli ya ku çû emniyetê bi hinceta ku wêneyên HPG'iyên demên borî jiyana xwe ji dest dane li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kiriye hate binçavkirin. Hamdiye piştre sewqî dozgeriyê hate kirin, dozgeriyê jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Hamdiye bi heman îdiayê hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê.
(rc)