Siyasetmedara kurd li Sêrtê hat girtin

12:30

JINHA

SÊRT - Li Sêrtê rêvebera DBP'ê ya bajêr Hatîce Dayan a ku hatibû binçavkirin, hat girtin.

Li Taxa Barişê ya Sêrtê di serdegirtina malan a duh de rêvebera DBP'ê ya bajêr Hatîce Dayan a ku hatibû binçavkirin, piştî karên li Muduriyeta Polîsan a Sêrtê ew sewqî dadgehê kirin. Hatîce ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.

Hatîce ji aliyê heyeta dadgehê ve hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

(rc)