ROJEVA 01'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Bi boneya salvegera rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) nêrînên xwe anîn ziman û Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wek rojbûna mîrovahiyê binav kirin.

*Jinên bajarê Amûdê û Kantona Efrînê di derbara Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava û Bakûrê Suriyê nirxandin û gotin, "Federalîzim îfadeya jiyana azade."

*Nezahat Gûr ji gîhayên xwezayê sûdê digre û 27 salin ji bo jinan derman çêdike. Nezahat diyar kir ku ew di jiyana xwe de neçûye nexweşxanê û wiha got, "Divê dermanên ku bijîşk dide kes bi kar neyîne. Her kes bila ji xwezayê sûdê bigre. Ez heya vê temena xwe neçûm nexweşxana û pê giyayên zozanan derman çêdikim.

*Jinên Wanê, rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîrozkirin û diyar kirin ku ew dixwazin Abdullah Ocalan nava xwe de bibînin.

*Dê li gel hemû astengiyan jî 67'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi diruşma 'Ji Ocalan re Azadî' bê pîrozkirin. Ji rêveberên TUHAD-FED'ê Xecê Yaman banga tevlîbûna meşê kir û got, "Em jinan, ciwanan û hemû kesên li hember şer vedixwînin Amara."