Li Şirnexê topbarana û pevçûnên dijwar
12:09
JINHA
ŞIRNEX – Li Şirnexê hêzên dewletê heya saetên serê sibê taxên berxwedanê topbaran kirin, ji sibê ve jî pevçûnên dijwar 3 taxên berxwedanê diqewime.
Êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê di roja 17’an de bi êrîşên topbaranê re li ser Şirnexê bê navber berdewam dike. Hêzên dewletê ji şevê dîn ve taxên Yenîmahalle, Dîcle, Cumhuriyet, Îsmetpaşa û Bahçelîevler bi giranî topbaran dike. Di êrîşên hêzên dewletê ya topbaranê de gelek avahiyan de şewat derket. Ji aliyê dîn wesayîtên zirxî jî bi gule baranê êrîşê taxên berxwedanê kir. Ji saetên serê sibê şûnde hewldana hêzên dewletê ya têketina taxên Dîcle, Cumhuriyet û Îsmetpa?a, rastê bersiva xurt ya hêzên YPS’ê û YPS-JIN’ê hatin û pevçûnên dijwar qewimî.
Pevçûnên dijwar dem dem berdewam dike û ji Fermandariya Tûmenê ya 23 emîn a Cendermeyî ya Sînor gelek ambulans ber bi taxên ku pevçûn diqewimi ve çûn.
(kom/zt)