ROJEVA 31'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Bertek li hember îstismara zayendî ya Karamanê her ku diçe zêde dibe. Di derbarê mijarê de aktîvîsta VAKAD'ê Serap Ozunver nirxandin kir û destnîşan kir ku nifşên ku derûniya wan xirab avadibe.

*Jinên bajarê Hesekê bi munasebeta Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, banga tevlîbûna pîrozbahiyê li jinan kirin.

*Li Kurdistanê şideta dewletê, li aliyê Tirkiyê jî şideta mêran ser jin û zarokan berdewam dike. Endamên BÎKG'ê diyar kirin ku bi zêdebûna şer re şideta ser jinê jî zêde dibe û gotin: "Em niha tekoşînek hevpar didin meşandin. Ev şer her bi vî awayî naçe, emê rojekê di nava aştiyê de bi azadî bijîn."