Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sipçik hat girtin
08:55
JINHA
MÊRDÎN - Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sipçik, ku li Mîdyatê hat binçavkirin bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" hat girtin.
Hevşaredara Qoserê Leyla Salman, Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk û Endama Meclîsa Şaredariya Kerboranê Yuksel Ogûz serê sibehê li têketina Midyadê de li noqteya venêrînê hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM. Hevşaredar Zeynep ji TEM'ê sewqî edliyê kirin. Zeynep ku sewqî edliyê hat kirin li dadgehê bi îdîaya "Enama rêxistinê ye" hat girtin. Dadgehê biryara girtina Zeynep da û şand Girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê.
Hevşaredar Leyla û endama Meclîsa Kerboranê Yuksel jî dê sibê sewqî edliyê bên kirin.
(zt)