Li hember êrîşên ser Nisêbînê berxwedan berdewame

13:12

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê di encama bersiva hêzên YPS û YPS-JİN'ê tankekî din bi vîncê hate kişandin.

Li Nisêbîn a Mêrdînê tankekî din bi alîkariya dû vîncan ji ketina taxan hate derxistin. Di saeten nîvro de tankekî ku dema xwest têkeve taxên berxwedanê rastî bersiva hêzên YPS û YPS-JİN'ê man. Tanka ku ji aliyê hêzên YPS û YPS-JİN'ê hate derbkirin bi alîkariya vîncan derxistin derveyî bajêr. Piştî teqîna ku tê de tankek hate derbkirin gelek ambulans çûn cihê buyerê. Êrîşên li dijî taxên Nisêbînê berdewam dike. Hêzên YPS û YPS-JİN'ê nahêlin ku tîmên taybet bikevin taxan.

(kom/zt)