Li Qoser û Dêrikê sê jinên siyasetmendar girtin
11:52
Adar
30
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Hevşaredara Qoserê Leyla Salman, Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk û Endama Meclîsa Şaredariya Kerboranê Yuksel Ogûz li têketina Midyadê di noqteya venêrînê de hatin binçavkirin.
Danê sibehê Hevşaredara Qoserê Leyla Salman, Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk û Endama Meclîsa Şaredariya Kerboranê Yuksel Ogûz dema di ser Midyadê de ber bi Kerboranê ve diçûn, di xala venêrînê ya ketina Midiyadê de hatin binçavkirin.
Mebesta binçavkirina wan nehat zanîn.
(zt)