Li Nisêbînê gel hember êrîşan berxwedide
10:58
JINHA
MÊRDÎN - Berxwedana gelê Nisêbînê di roja 17.emîn de berdewam dike.
Berxwedana gelê Nisêbîn a Mêrdînê di roja 17.emîn de berdewam dike. Hêzên dewletê di saetên serê sibehê de bi tangan êrîşê taxên berxwedanê kir. Tîmên ku nikarin bikevin taxên berxwedanê ji hawirdorî taxan êrîşî nava kolanan dikin û dixwazin encamekê bi deset bixînin.
Di dema helwesta xwestina ketina taxên berxwedanê de teqînek mezin pêk hat. Piştî teqînê liv û tevgera ambulansan pêk hat. Piştî teqîna mezin wesayitên zirxî tax hawirdor dan ber gulleyan. Ji ber êrîşan şewat li malên welatiyan derketiye.
Hêzên YPS û YPS-JIN hemû helwestên tîmên taybet yên ketina taxan vala derdixînin û nahêlin têkevin taxan. Pevçûnên li derdora taxan berdewam dike.
(kom/rc)