Girtiyên siyasî ên jin surgûnê Enqerê hatin kirin

10:49

JINHA

ENQERE - Sê girtiyên jin ên li girtîgeha Tîpa M ya Wanê dihatin ragirtin, sirgûnî girtîgeha Sîncan a Enqereyê hatin kirin. Li Agirî jî 18 girtî hatin sirgûnkirin.

Girtiyên jin Herdem Acar, Şehrîvan Çoban û Derya Kûrtalan ên li girtîgeha tîma M ya Wanê dihatin ragiritn, duh danê sibehê sirgûnî girtîgeha Sîncan a Enqereyê hatin kirin.

Li Agirî 18'e girtî hatin surgûn kirin

Li Agiriyê, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Bariş Demîr jî dinav de 18 kes surgûnî girtîgehên Gîresûn û Çanakkaleyê hatine kirin. Bavê Bariş Demîr, Zekî Demîr li hemberî surgûnkirina kurê xwe nerazîbûn nîşan da û got: "Em wekî malbat gelekî medûr in, armanca wan têkîliya me bi zarokan me re qut kirin e. Ji ber ku Agirî nêzîk bû em diçûn. Ev tişta ku li me tê kirin zilm e."

(rc)