ROJEVA 30'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê, di rojevê de xwedî cihek germe. Rojnamevana raghandina Yekbûna Niştîmaniya Sûriya Demokratîk Nesrîn Yûsuf derbarê mijarê de nirxandin kir û got, "Sîstema federaliya demokratîk bêy ku cudakarî di nava netew û gelan de bike, berjiwandiya tevahî gelan diparêze."

*Ligel ku qedexe hatî rakirin dagirkeriya dewletê li Surê berdewam dike û malbat ji bo wergirtina cenazeyên xwe 65 rojin di nobetê de ne. Malbatan diyar kirin ku cenazeyên anîne nexweşxanê ji ber nayê nasîn zehmetî dikêşin û gotin, "Ev ne mirovahî hovîtiyek mezine." Malbatan da zanîn ku ew ê heya cenazeyên xwe werbigrin dê nobeta xwe berdewam bikin.

*Elmas Ayaza 110 salî a ku li Erdîşê dijî, tevahî jiyana xwe bi têkoşînek zehmet borandiye. Elmasa ku di xaniya du odeyê de dijî, neçare bi mûçeyê jinebî kurê xwe yê bê kar û bi malbata xwe re parvebike.

*Nivîskar û Rojnameger Gulşen Îşerî ya ku ser vegera bajar xebat dike diyar kir ku hêzên dewletê li Surê polîtîkaya talanê dane despêkirin û got: "Li hemberî vegera bajar banga min ewe kes cihê xwe ne terikînin. Ji ber dema ku cihê xwe diterikînin weke daxwaza dewletê dikin. Ji bo ku em ji qaosa dewletê rizgar bibin divê em tax û kolanên xwe biparêzin."

*Li parzemîna Afrîkayê ji sê welatên herî bi qelebalix Sudan parêzvanên mafê jin di bin çavan de rastî tacîz, tecevûz û gefan tên. Li gorî rapora Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (Human Rights Watch) yê ku di 23'ê Adarê de hatî eşkere kirin de, hat diyar kirin ku li Sudan hêzên dewletê hember parêzvanên mafê jinan tundî û polîtîkayê çewsandinê pêk tîne.