ROJEVA 29'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Koçerên ku jiyana wan bûye perçeyek ji xwezayê, li hember dagirkeriya dewletê çanda xwe didin jiyan kirin. Koçerên ku li gundê Çemê Pirê ya Sêrtê dijîn bertek nîşanî qedexeyên dewletê ya li ser zozanan dan û gotin, "Çi dibe bila bibe em ê zozanên xwe terk nekin."

* Jinên bajarê Hesekê di derbarê sistema federalî de nirxandin kirin û diyar kirin ku federalî bingeha demokratîkbûn li tevahî gelê Sûriyê û taybet li Rojava pîroz kirin û di vê derbarê de nirxandin kirin.

*Desteya Karûbarên Jinê a Girê Spî Xensa Ehmed rewşa jinên bajarê Girê Spî ya piştî rizgarkirina bajêr nirxand.

*Jinan bertek nîşanî xebata Wezareta Millî a Parastinê ya ku jin bi dildarî bigre leşkeriyê dan û diyar kirin ku dewlet dixwaze jinan bikşîne qada şer û gotin ew ê li hember vê yekê bertekê xwe nîşan bidin.

*Jinên şanoger ên li Meksîkayê hember şîdet û qetilîaman hatine ba hev, bi performansa kolanan balê kişandin ser komkujiya jinan.

*Fadik Adiyaman a ku ji doza DHKP-C'ê tê darezandin nêzî 50 rojane di gireva birçîbûnê dene. Daxwaza Fadik ewe ku wê bibe gel hevalên wê yên dinê û dawî li tecrîdê bûnin. Parêzera Fadik Oya Aslan diyar kir ku rewşa Fadik ber xirabiyê diçe û haya Wezîrê Dadê jê heye.

*Mirovên di TOKİ yên Uzundere de bicîhbûne ji bajêr dur weke ku terkî qederê kirine tên dîtin. Jinên li wê dijîn her ku pirsgirêkên xwe gotine û çareserî nedîtine êdî naxwazin bipeyîvin.