Li Nisêbînê şer berdewame

13:30

JINHA

MÊRDÎN - Li ser taxên Nisêbînê êrîş berdewam dike, lê hêzên dewletê yên êrîş dikin nikarin têkevin nava taxan.

Êrîşên dewletê yên bi ser taxên Nisêbîn a Mêrdînê de diş roja 15'emîn de berdewam dike. Tîmên ku nikarin bikevin taxan hawirdor bi tankan taxan bombebaran dikin. Di saaetên serê sibehê de kepçeyekî ku xwest barîqatên li taxên berxwedêr rake teqînêk pêk hat. Di encama teqînê de kepçeya zirxî hate ruxandin. Kepçe li ser pişta çekîciyek vîncê ji ketina taxê berbi derveyî bajêr hate derxistin. Tîmên ku nikarin bikevin taxan ketine nava hewldanan. Tîmên ku ji aliyê Pira Ahmet Kaya bikevin taxa Firat û Abdulkadîrpaşa ji xwe re hin amûr anîn ku pê têkevin taxan. Di saetên serê sibehê te pirek ji hesin hatiye amadekirin û ji bo ku wesayitên zirxî û tank di ser de derbas bibin anîn Nisêbînê. Pira hesin li ser çemê Çag Çagê li dûrî taxên berxwedêr ewil hate bi cihkirin û piştre jî tê gumankirin ku vê yekê bibin gel pira Ahmet Kaya û ji wir hewl bidin ku têkevin taxan.

Pevçûnên di navbera tîmên taybet û hêzên YPS, YPS-JİN'ê berdewam dike.

(kom/zt)