Li Şirnexê topbaran û pevçûn berdewam dike
11:10
JINHA
ŞIRNEX – Li Şirnexê topbarana hêzên dewletê heya saetên sibê bê navber berdewam kir û taxên ku tû xendek û barîkat lê tûne jî bi wesayîtên zirxî hat gulebarankirin.
Êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê di roja 14’an de li ser Şirnexê didome, hêzên dewletê ku rastê bersiva xurt a hêzên YPS/YPS-JIN’ê hatin topbarana li ser taxên Yenîmahalle û Bahçelîevler giran kirin. Di encama topbaranê de gelek avahiyan de şewat derket, barana zêde ku ji şevê dîn ve didome pêşiya şewatê girt. Bi topbaranê re taxa Dîclê, Yenîmahalle û Bahçelîevler dem bi dem pevçûnên dijwar qewimî. Li ser pevçûnên dijwar tevgera ambulansan li ser taxên ku pevçûn qewimiyî hat jiyîn û ambulansên ji taxê vedigeriyan berê dan Fermandariya Tûmenê. Ji aliyê dîn hêzên dewletê bi wesayîtên zirxî taxên Vakifkent û Gundogdu ku tû xendek û barîkat lê tûne gule baran kir û dem dem bi guleyên bomba avêj êrîşên taxan dikirin.
Topbaran û êrîşên li ser taxan bênavber berdewam dike.
(kom/zt)