ROJEVA 28'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Di derbarê 1'emîn runiştina doza nûçegihana me ya bi hinceta 'kelecane' 3 mehin girtiye Bêrîtan Canozer li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin de jinên rojnameger peyama piştevaniyê weşandin. Jinan gotin; "Piştevaniya li gel Bêrîtan û hempîşeyên xwe deyînê situyê meye."
*Xwendekarên Zanîngiha Dîcle yê ji bo welatiyên ku bi zorê ji malên xwe yên nava Surê hatin derxistin helmeta alîkariyê dan destpêkirin. Xwendekaran diyar kirin ewê hertim li cem gel bin û banga alîkariyê kirin.
*Ji ber polîtîkayê rantê yê dewletê Daristana Fatîh di bin tehdîdek mezin de ye û ji aliyê parazvanên bajêr û jiyanê hewil tê dayîn bê parastin. Li hember rapora derbarê projeyê "ÇED ne pêwîste" pêvajoya hiqûqî ji aliyê Endama Desteya Odeyên Plansaziyên Bajêr Ayşe Yikici ve hatî despêkirin. Ayşe diyar kir ku şîrket berî niha jî mercên îhalê bi cih ne anîne û got dagirkiriyê xwe berdewam dike.
*Dayîka Perihan Parlak (Bêrîvan Semsûr) a ku di sala 2012'an de bejahiya gundê Olek a Hîzanê li gel 15 hevalên xwe hatî qetilkirin Zeynep Parlak vegot. Zeynep ji bo keça xwe Bêrîvan dibêje; "Ew îdeola mine" û wiha dibêje; "Gora Bêrîvana min bûye weke ziyaretan ewqas mirov ziyaret dikin. Bêrîvan li gund yekem jina gerilaye. Ez bi wê û tekoşîna wê serbilindim."
*Penabera Sûriyê Yusna Mardînî ya 17'e salî, berî 9 heyvan ji bo derbasî Ewropayê bibin li keştiyê siwar bibû. Keştiya ku Yusna lê siwar bibûn noqî avê dibû, ji bo xelaskirina jiyanê mirovan heya beravê Yusna avjenî kirî û keştiyê ji nav avê derxistiye.