Li Nisêbînê şer giran bû
18:14
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê şerê di navbera tîmên taybet û hêzên YPS, YPS-JİN'ê de berdewam dike. hate zanîn ku dû wesayitên agirkujiyê û xebatkarên wê rastî êrîşa bi çekdarî man.
Pevçûnên di navbera Hêzên YPS, YPS-JİN û tîmên taybet yên li Nisêbîna Mêrdînê de berdewam dike. Tîmên ku nikarin bikevin taxan hawirdor taxan topbaran, gulebaran dikin û malên welatiyan didin şewtandin. Hate zanîn ku dema Tîmên Agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê dema midaxaleyê şewatekê li malekê li ser kolana Çag Çag'ê derkebitibû dikir rastî êrîşa bi çekdarî man. Hat hînbûn ku tîmên agirkujiyê neçar mane wesayitên zirxî li cihê şewatê hiştine û ji neçarî ji taxan derketine. Berê jî xebatkarekî endamên agirkujiyê bi çekê birîndar bibû.
Di saetên piştî nîvro de balafirek bi tîpa Skorsky daket cem Miduriyeta Heremî ya Trafîk a Nisêbînê. Hinceta daketina balafirê nehat fêhmkirin. Liv û tevgera wesayitên zirxî û ambulansan li ser kolana Îpekê dom dike. Pevçûnên di navbera tîmên taybet û hêzên YPS, YPS-JİN'ê dom dike.
(kom/zt)