Hevseroka DBP'ê ya Dêrgulê Aziye Durak hat berdan

09:47

JINHA

ŞIRNEX - Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Dêrgulê Aziye Durak duh li Qesrikê hatibû binçavkirin û ciwanê bi navê Ferhat Ogmen ê li Şirnexê hatibû binçavkirin hatin berdan.

Di roja 11’an a êrîşên qîrkirinê ya li hemberê Şirnexê de cîwanê bi navê Ferhat Ogmen ku piştî topbarana hêzên dewletê ya li hemberê taxa Gundogdu rastê avahiya wî hatî hat binçavkirin. Hevseroka DBP’ê ya bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê Aziye Durak jî duh li bajaroka Qesrikê hat binçavkirin. Aziye û Ferhat di Miduriyeta Emniyetê ya Şirnexê dihatin rawestandin û îro derxistin dozgeriyê. Ji aliyê dozgeriya Şirnexê ve îfadeya Aziye û Ferhat hat girtin û bi hinceta “endamê rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.

Aziye û Ferhat ji aliyê dadgehê ve bi şerta kontrola edlî hatin berdan.

(kom/zt)