ROJEVA 27'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Komeleya Jinê ya Hevkarîkirin û Bikarbirinê bi dirûşmeya "Bi hevre ji bo pêşerojek baştir" sala borî li bajarê Efrînê hatibû vekirin. Rêvebera Komeleyê Suzan Mihemed agahiyên xebatê bi mera parvekir.

* Hevseroka Meclîsa bajarê Til Temir Atûr Ishaq derbarê berxwedaniya Bakûrê Kurdistanê, YPS û YPS'ê-JIN de nirxandin kir.

* Ji ber şerê ku li Suriyê 5 salin didome gelek zarok û jin bûn maxdûrê şer. Bi armanca parastina zarokan û defetên perwerdehî bên avakirin li Kantona Efrînê malên zarokên bê xwedî hat vekirin.

*Hevala xwendekara zanîngeha Hacettepe Gûler Eroglu ya ku di jêrzemîna weheşeta Cizîrê hatî qetilkirin Şehrîban Zugurli qala wê kir û diyar kir ku bêdengbûn li hember kiryarên ser Kurdan tê wateya zilma herî mezine û got, "Ji Gûler peyva ku di hişê min de hêştî 'berxwedane'. Gûler her dem digot, 'berxwedan çarenûsa gelekî diyar dike'."

*Parlementera HDP'ê Aycan Îrmez diyar kir ku li hember daxwazên wan ên rêveberiya xwecihî dewletê bi tang û topan êrîşî Şirnexê kir, lê li wê îflaskiriye û got: "Yên biçin hikumet û dewlete, yên manê jî gelin. Vî gelî ticarî li hember zilmê serî netewandiye û natewîne. Bila hemû kesên baldar deng bidin Şirnexê."