3 zarok li Geverê hatin girtin
16:49
JINHA
COLEMÊRG - Li Gevera ku dorpêçkirinê lê didome, 3 zarokên hatin binçavkirin, bi îdiaya "Endamên rêxistinê " ne hatin girtin.
Li navçeya Geverê ya Colemergê ya ku dorpêçkirin lê didome 2 roj berê li nêzî avahiyên TOKÎ'yê zarokên bi navê M.D.(16), O.D.(17) û N.A.(15) ên hatin binçavkirin, piştî karên li Muduriyeta Polîsan a Navçeyê ew anîn Dadgeha Geverê. Piştî îfade girtinên li dozgeriyê her sê zarok bi dîaya "Endamên rêxistinê ne" sewqî dadgehê kirin. Ji ber li navenda bajêr parêzer tune bûn, parêzerên Baroya Colemêrgê li ser Pergala Înformatîk a Dîmen û Dengî(SEGBÎS) parastina wan kirin. Piştî parastinê her 3 zarok bi heman îdiayê hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Colemêrgê.
(dt/rc)