Êrîş hember taxên Nisêbînê bi şev û roj didomin

11:39

JINHA

MÊRDÎN - Êrîşên bi ser taxên Nisêbînê ve bi şev û roj berdewam dikin.

Êrîşên dewletê yên bi ser 6 taxên Nisêbîn a Mêrdînê ve bê navber 13 roj in berdewam dike. Tîmên ku nikarin bikevin taxan malên welatiyên sivîl bi tankan hildiweşînin. Di saetên derengê şevê de teqînekî mezin pêk hat. Piştî teqînê bêdengiyek çêbû û hêzên dewletê caridin êrîşên xwe berdewam kir. Êrîşên hêzê dewlet ya taybet heta saetên serê sibehê dom kir.

Hêzên YPS û YPS-JIN'ê bersivê didin êrîşên dewletê û nahêlin ku tîmên dewletê bikevin taxan.

(kom/rc)