ROJEVA 26'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên Wanê li hember konsepta şer yê dewletê ku li tevahî bajarên Kurdistanê xistiye dewrê û di dawiyê de li Nisêbîn, Şirnex û Geverê girankirî bertek nîşan dan û li hember şer banga hevgirtinê kirin.
*Ji jinên di nava xirabeyên Kobanê de dixebitin Xanim derdora tevnê xwe kiriye cihê sohbet û şêwirîna jinan. Xanim diyar kir ku ew hem karê xwe dikin û hem jî di ber kar de sohbet dikin.
*Dayîka Gulistana li Geliyê Tiyarê û Mazlumê li Kobanê di bêdawiyê de gihayîn hev Esmer Koç diyar kir ku ew bi zarokên xwe serbilinde û got: "Bi kimyasalê Gulistana min û hevalên wê qetilkirin. Kurê min Mazlum jî ji bo ku çeka xwişk û rêhevala wî Gulistan li erdê nemine rêya wê şopand. Mazlum rêya Gulistan û çeka wê ji bo xwe wekî mîrasek dît û çeka Gulistanê dewr girt."
*Navê Taybet Înan a ku li Silopî ji aliyê dewletê ve hatî qetilkirin û 7 roj cenazeyê wê nava kolanê de hatibû girtin, li dibistana seretayî yê Wanê hat kirin. Zarokên ku li dibistanê dest bi xwendina ziman kirin, ji ber dê bi zimanê zikmakî xwe hîn çêtir îfade bikin, eleqeyek mezin nîşan dan.