Li Cizîrê polîsan êrîşê parlementeran kir

14:14

JINHA

ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta pê re li Cizîrê piştî serdana jêrzemînên wehşetê kirin, polîsan êrîşî wan kir. Di dema êrîşê de ji aliyê polîsan ve bi taybetî hedefgirtina Demîrtaş bal kişand.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta pê re piştî serdana jêrzemînên wehşetê dema bi gel re xwestin biçin avahiya HDP'ê ya li ser Kolana Nisêbînê rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên ku heyet dorpêç kir bêyî hişyariyî bi ava şid êrîşî Selahattîn û heyeta pê re kir. Di dema êrîşê de ji aliyê polîsan ve bi taybetî hedefgirtina Selahattîn bal kişand. Her wiha di dema êrîşê de gel Selahattîn parast.

Di dema êrîşê de jinan lîlaland, girse jî li hemberî êrîşan dirûşmeya "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Ji ber êrîşên polîsan dewam dikin, Selahattîn bi wesayîta xwe çû avahiya HDP'ê. Esnafên li ser Kolana Nûsaybînê ya di bin dorpêçê de ye jî bi tiliyan Selahattîn û yên pê re silav kirin.

(rc)