ROJEVA 25'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Endama YPS-JIN ya Geverê Warjîn Geverî a ku li dijî dorpêç û dagirkeriya dewleta tirk li pîşt barîqatan taxên xwe diparêze, berxwedana jinê ya li hemberî dewletê nirxand. Warjîn got ku di sedsala 20’an de jina kurd Rindêxan li hemberî dagirkeran şer kiriye û niha jî şopdarên wê di sedsala 21’an de ala berxwedana wê hilgirtine.

*Jinên bajarê Til Temir girtina deriyê sînor yê Sêmalka bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku siyaseta PDK'ê dijminahiya nirxê gelê Kurd dike.

* Di 17'ê Adarê de Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê hate îlankirin. Piştî vê biryarê gelên herêmê bi şahî û daxuyaniyan sîstema federal silav kirin. Derbarê mijarê de me jî nêrîna jinan girt.

*Ji jinên girtî ên surgunê girtîgeha Sîncanê hatine kirin Jiyan Ateş û Leyla Uyanike. Jiyan di 18'e saliyê xwe de hat girtin û 13' sal cezayê girtinê lê hat birîn. Leyla jî di 3'ê Cotmehê de li navçeyê Rezana Amedê li ber çavê dayîkê xwe bi îşkencê hat binçavkirin. Xwişka Leyla Esra Uyanik jî berî çend roj piştî girtinê şandin girtîgeha Girtî a Tîpa E yê Amedê.

*Hevseroka Giştiya HDP'ê Fîgen Yuksekdag fezlekeya di rojên derbazbûyî de li meclisê hat nîqaşkirin de nirxandin kir û got: "Yên dixwazin destnedayîna me rakin, dixwazin destnedayîna xwe biparêzin. Di rastiyê de fezleke jî parçeyek ji konsepta şerê heyiye."