Li Şirnexê êrîş giran dibe
15:31
JINHA
ŞIRNEX – Li Şirnexê taxên Vakifkent, Tekser, Gûndogdu û Qada Omer Kabak ku tû xendek û barîkat lê tûneye, pevçûnên dijwar diqewime. Bi dest pê kirina pevçûnên dijwar re topbarana li ser taxên berxwedanê jî hat girankirin.
Di çarçevoya êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê de berxwedana Şirnexê di roja 10’an de bi biryardarî didome. Bêdengiya li ser bajêr bi dest pê kirina pevçûnên dijwar li taxên Vakifkent, Tekser, Gûndogdu û Qada Omer Kabak’ê ku tû xendek û barîkat lê tûne carek dîn xirab bû. Pevçûnên ku li taxan dest pê kirînê bi hemû dijwariya xwe ve didome.
Li ser dest pê kirina pevçûnên dijwar hêzên dewletê ji Fermandariya Tûmenê topbarana li ser bajêr giran kirin. Êrîşên li ser taxên berxwedanê Cumhurîyet, Yenîmahalle, Bahçelîevler, Dîcle û Îsmetpaşa ya pevçûnên re dest pê kirî, êrîşên bi tanq, top û obûsan hat giran kirin.
Ji aliyê dîn jî li taxa Vakifkentê ku pevçûnên dijwar diqewime, hêzên dewlete bi zorî welatiyên taxan dide vale kirin. Li gorî agahiyên ji şêniyên taxê hatî girtin, hêzên rejîmê tanqên xwe li goristana taxa Vakifkent bicîhkirine û sedema ji taxê derxistina wan jî bicîhkirina tanqan ve girêdayî ye.
(kom/rc)