Guleya tankê li taxa Girnavas ket
13:48
JINHA
MÊRDÎN - Guleya tankê li taxa Girnavas ket. Bi şens tişt bi kesê nehat. Pevçûnên di navbera YPS, YPS-JIN û tîmên taybet de li derdora taxan berdewam dikin.
Êrîşên bi ser taxên Nisêbîna Mêrdînê ket roja 11'an. Tîmên ku dixwazin têkevin nava kolanên taxên berxwedêr rastî bersiva hêzên YPS û YPS-JIN'ê dimînin û neçar dimînin paşve vedikişin. Di saetên berî nîvro de guleyekî tankê li hewşa malekê ya taxa Girnavas ya durî navçeyê ket. Bi şens di encama teqînê de kes birîndar nebû. Di saetên nîvro de tîmên ku xwestin têkevin taxa Firatê rastî bersiva hêzên YPS û YPS-JIN'ê man. Di encama bersivêde hat dîtin ku teqînek mezin pêk hat. piştî teqînê gelek ambulans çûn cihê teqînê.
Pevçûnên di navbera hêzên YPS, YPS-JIN û tîmên taybet de berdewam dikin.
(kom/zt)