Dê cenazê Asya li goristana bêkesan veşêrin

16:56

JINHA

ŞIRNEX - Di 16'ê Adarê de li navçeya Hezexê 15 kesên di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji des dan, cenazeyên wan birin morgên nexweşxaneyên Qoser û Mêrdînê.

Li navçeya Hezexê nêzî mehekê operasyon pêk hatibû di dorpêç û êrîşên hêzên dewletê de zêdeyî 20 kes hatibûn qetilkirin. Di 16'ê Adarê de jî cenazeyên 15 kesan şandibûn morgê nexweşxaneyên Mêrdîn û Qoserê. Cenazeyê Asya ku paşnavê wê nehat zanîn dê sibê li goristana bêkesan bê definkirin.

(kom/zt)