Li ser topên di avêjin nava Şirnexê gotinên nijadperest dinivîsin

16:38

JINHA

ŞIRNEX – Hêzên rêjîmê ku bi rojane êrîşên tanq, top û obûsan nikarin têkevin taxên berxwedanê yê li Şirnexê, li taxa Şehrî Nuh’ê ku û xendek û barîkat tûne avahiya ku welatiyê nêzî AKP’ê şewitandin.

Hêzên rêjîmê ya hikumeta AKP’ê di roja 9’an de êrîşên xwe bi tanq, top û obûsan li ser Şirnexê didomînin. Di êrîşên hêzên rêjîmê yê îro de avahiya ku di navbera taxa Dîclê û Şehrî Nuh’ê de şewat derket. Her wiha di encama heman êrîşên hêzên rêjîmê de li taxên Dîclê, Cumhuriyet û Îsmetpaşa gelek avahiyan de şewat derket. Li taxa Şehrî Nuh’ê avahiya ku aîdê welatiyê bi navê Haci Selîm Sakur’ê ku bi nêzibûna xwe ya AKP’ê tê naskirin jî di encama êrîşên hêzên rêjîmê de şewat derket. Her wiha tê zanîn ku tû xendek û barîkat jî li taxa Şehrî Nuh’ê tûne û komên agirkujê ji ber vemirandina şewatê polîsan geriyan jî bi gotina “Ew der cihê pevçûnê ye, nikarin têkevin” destur nedan wan.

Ji aliyê dîn wargeha tîmên taybet Gûmûştepe topbarana li hember taxên berxwedanê berdewam dike, het zanîn ku hêzên rêjîmê li ser guleyên topan heqaretên li dijî kurdan tê nivîsandin. Her wiha di medyaya civakî de polîsê ku wêneyê xwe bi guleya topê re parve kirî û li ser guleyê “Ji Şirnexê silav ji Suluovayê re” hatî bû nivîsandin.

Her wiha hêzên rêjîmê ku bi rojane nikarin têkevin taxên berxwedanê bi marşên nîjadperest wekî “Olurum Turkiyem” û “Vur, vur, vur, Tûrklûk aşkina vur” êrîşên xwe li ser taxên berxwedanê didomînin.

(kom/zt)