Li Nisêbînê piştî teqînê tevgera ambulansan

16:31

JINHA

MÊRDÎN - Li taxa Firatê piştî teqînekî mezin li ser rêya Îpekê liv û tevgera ambulansan despêkir.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya ku êrîşên dewletê lê berdewam dike teqînek mezin pêk hat û piştî teqînê liv û tevgera ambulansan hate jiyandin. Di teqîna ku li cem dibistana Bulent Pekdemîr ya li taxa Firatê pêk hat xwelî bi dehan metreyan bilindî ezmanan bû. Piştî teqînê tîmên taybet ketin bin bêdengiyekê û pê re dest bi gulebarankirina hawirdor kirin. Pevçûnên li derdora taxê dom dike.

Nisêbîna ku bi dehan rojan e di bin êrişan de ye her roj tîmên taybet sewkiyata pêdiviyên xwe dikin. Di saetên nîvro de malên konteyner yên li ser wesayitan barkirî ber bi ketina taxan hate birin. Caridin gelek kepçe û dozerên zirxî jî sewkî taxan hate kirin.

(kom/zt)