Li Nisêbînê bi bombeyên hewanan êrîşa ser taxan didome
09:10
JINHA
MÊRDÎN - Êrîşa bi bombeyên hewanan bi ser 4 taxên Nisêbînê didome.
Êrîşên bi ser taxên Nisêbîna Mêrdînê de 9 roj in berdewam dike. Tîmên ku nikarin ji bejayî encamekê bigirin vêcarê bi bombeyên hewanan taxan bombebaran dikin. Ji saetên serê sibehê û vir ve êrîşên bi ser taxên Abdulkadîpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîr de berdewam dike. Wesayitên ku li qada newrozê bi cih bûne nava taxa Firat û Abdulkadîrpaşa bombebaran dikin. Tîmên ku nikarin têkevin taxa Yenîşehîr û Dîcleyê ji tabura leşkerî bombeyên hewan davêjin taxan.
Şewata ku ji saetên esir ve destpêkir heta niha dom dike. Hêzên YPS û YPS-JİN nahêlin ku tîmên taybet bikevin taxan û pevçûn li derdora taxan berdewam dikin. Liv û tevgera wesayitên zirxî û ambulansan li ser rêya Îpekê dom dike.
(kom/zt)