ROJEVA 23'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Fermandara YJŞ'ê Sorxwîn Şengalî di derbarê rengên ala wan a nû û giringiya wê de got: "Ev al ji bo me xwediyê giringiyek pir mezine. Ji lewra emê xwe dibin sîya vê alê de weke jinên Êzidîxanê rêxistina xwe mezin bikin."

*Hevseroka KCD'ê Selma Irmak diyar kir ku di Newrozê de gel peyama berxwedanê daye û wiha got: "Newroz ji bo me despêkek nû ye, ji bo me hêvî û berxweda ne. Li hemberî her şert û zordariyê dê Newroz bibe wesîleya berxwedanê."

*Her roja diçe êrîş û tindiyên ser Zanîngeha Dîcleyê zêde dibe. Xwendekaran diyar kirin ku polîs êrîşî hemû çalakiyên wan dikin û rektor jî li hemberî wê bêdeng dimîne.

* Di derbarê pirtûka "Jinên Kolê IŞÎD" yê ku li tirkiyê dest bi danasînê wê hatî kirin bi Thîerry Oberle ya ji Rojnameyê Fîgaroyê re me gotûbêj kir. Thîerry wiha got, "Ji bo em eziyeta li ser jinan bidin rewastandin, divê em rastiyên ku çavê me ditirsîne bînin ziman. Di vê bêhna ku em dipeyvin de jî gelek jin rastî dîlgirtinê tên"