Di êrîşên ser Nisêbînê de 3 YPS yiyan jiyana xwe jidest dan
17:09
JINHA
MÊRDÎN - YPS'ê bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir ku di pevçûnên li Nisêbînê 3 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.
Di derbarê êrîşên ser Nisêbînê de YPS'ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wihaye; "Di pevçûnên 9 roj in li Nisêbîna Mêrdînê dom dikin hate aşkerekirin ku 3 şervanên YPS'ê jiyana xwe ji dest dane. YPS'ê bi daxuyaniyekê nivîskî aşkere kir ku di pevçûnên di demên cûda ên li Nisêbînê hatine jiyandin 3 hevalên wan jiyana xwe ji dest daye."
Li gorî daxuyaniyê navê endamên YPS'ê wihane; "Abdullah Ak ê ji Nisêbînê, Şahîn Yilmaz ê 21 sali yê ji Mûşê û Cemal Mevlude yê 24 salî ji Şaho ye."
(kom/zt)