Endamtiya KJA yê suc hat dîtin

17:01

JINHA

MÊRSÎN - Yekemîn rûniştina doza Endama KJA'yê Hacire Çetîn ku ji ber notê têkildarî KJA'yê li ser wê hatibûn dîtin û hat girtin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsinê hat dîtin. Di rûniştinê de KJA wekî saziyek dijzagonî hat dîtin û daxwaza berdanê ya Hacîre hat redkirin.

Endama KJA'yê Hacîre Çetîn, di 9'ê Kanûnê de bi hinceta cezayê wê yê girtîgehê heye li Mêrsînê hat girtin. Hacîre dema hat binçavkirin li ser wê ajanda KJA'yê ku têbiniyên li ser KJA'yê hatibûn nivîsandin wekî delîlên "dokumanên rêxistini" nişan da. Dozgeriyê têkildariya van notan li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê doz vekir. Yekemîn rûniştina doza Endama KJA'yê Hacire Çetîn, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsinê hat dîtin. Di rûniştinê de Hacire bi riya SEGBÎS'ê amade bû. Dîsa parêzera Hacîre Sebahat Cebe Gençtarih di rûniştinê de amade bû. Di rûniştinê de KJA wekî saziyek dijzagonî hat dîtin û daxwaza berdanê ya Hacîre hat redkirin.

Heyeta dadgehê piştî navberê biryar da û doz taloqî 11'ê Nîsanê kir.

(zt)