Xwendekara zanîngehê Gulay ji aliyê 2 mêran ve hat qatilkirin

12:31

JINHA

STENBOL - Xwendekara zanîngihê Gulaya ji Bursayê, yek jê emlakçî ji aliyê 2 mêran ve hat qatilkirin.

Gulaya ji Bursayê li Stenbolê rastî êrîşa mêrê emlakçî C.Î hat, ji paceya qatê 10'an ket xwerê û jiyana xwe ji dest da. Li gorî hat zanîn Gulaya ji Bursayê ye û li Başaşehira a Stenbolê xanî kirê kiriye û rastî tacîza merê ku navê wî nehat zanîn û C.Î hat. Gulay ji bo ku ji êrîşa mêran xilas bibe ji paceya qatê 10'an de alîkarî xwest û gotiye 'newin nêzî min nebin, ezê xwe bavêjim xwerê' dîsa jî mêrê êrîşkar tacîza xwe berdewam kirine. Hat îda kirin ku Gulay xwe ji qata 10'an avetiye xwerê. Gulay bi guman li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da ye.

Ji bo girtina mêrê emlakçî û mêrê ku navê wî nehat zanîn lêkolîn hat despêkirin. Cenaze Gulay jî rakirin morga Adlî Tibê.

(zt)