Berxwedana Şirnexê di roja 8’an de didome

11:41

JINHA

ŞIRNEX – Berxwedana Şirnexê ya li hemberê êrîşên qîrkirinê yên îktîdara AKP’ê di roja 8’an de didomin. Di encama topbarana ji şevê dîn de berdewam dike de, gelek avahî şewitîn.

Li Şirnexê êrîşên qîrkirinê yên hikumeta AKP’ê berdewam dikin. Li hemberî êrîşan berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê jî bênavber didome. Hêzên dewletê ji aliyek topbaranê êrîşê bajêr dike, ji aliyên dîn jî hewl dide ku têkeve taxên berxwedanê. Lê hemû hewildanên hêzên rejîmê yên ketina nava taxan rastî berxwedana tund a YPS/YPS-JIN’ê tên. Hêzên rejîmê ku nikarin bikevin taxan, dest bi hilweşandina malan kir. Welatiyê ku bi riya telefonê geşedanên derbarê taxa Dîclê de vegot, da zanîn ku hêzên dewletê bi hemû çekên giran li hember taxa Dîclê kar têne û wiha axivî: “Hêzên dewletê avahiyên ku têketina taxê de di hilweşînin. Bi tang û topan xirab dikin. Tû çek ne maye ku li ser taxê kar ne anîne. Topbaranek giran li ser taxê heye.”

Di 8 rojên berxwedana Şirnexê de hêzên rejîmê ligel bikar anîn hemû çekên giran jî nikare bikeve taxan. Di her hewildanê de hêzên rejîmê rastî bersiva YPS/YPS-JIN’ê tê û têk diçe. Herî dawî hêzên dewletê bi marşên nîjadperest re topbaran û gulebaran li ser taxan dikin. Tevgera ambulansan ku rojane li ser bajêr didome, îro jî hat jiyîn û ambulansên ku ji bajêr dakevin ber bi Fermandariya Tûmenê ve diçin.

Topbaran, obûs û gule barana li ser bajêr berdewam dike.

(kom/zt)